ŞAM
Li gor agahiya ku nûçegîhanê AAyê bi dest xist, heyeta Neteweyên Yekbûyî ku hefteyek pê ve li herêmê lêkolîn dikir, danê sibê çû Beyrûtê. Seroka heyetê Angela Kane jî duh ji Şamê veqetiya bû.
Heyeta ji bo ku îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike li Şamê bû, roja duşemê dest bi xebatên xwe kiribû.
Amedekirina raporê dê du hefteyan bidome
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mûn, dê bi kontrolkerên çekên kîmyewî yên Neteweyên Yekbûyî û Seroka heyeta ku ji Şamê veqetîya Angela Kane re hevdîtinê bike.
Piştî hevdîtinê Berdevkê Sekreterê Giştî Martîn Nesîrky bi saeta Newyorkê di 12.30an de (bi saeta Tirkiyê 19.30) dê der heqê hevdîtinê de brifîngekê bide rojnamevanan.
Sekreterê Giştî Ban, li ser zêdebûna îhtîmala mudaxeleya Sûriyê, duh li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê DYA, Rûsya, Çîn, Fransa û Îngîlîstanê re hevdîtîn pêk anî bû.