25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Berdevkê Qesra Spî Sean Spîcer ragihand ku Serokê nû yê DYAyê Donalt Trump dibêje ku "NATO li gorî armanca xwe tevnagere û bê tesîr e"
Berdevk Spîcer, li Qesra Spî di civîna çapemeniya rojane de fikrên Trump yên der heqê NATOyê de nirxand.
Wezîrê Parastinê yê nû James Mattîs duh gotibû "di navbera Washington û NATOyê de pêwendiyên qewîn hene" Spîncer der barê vê mijarê de fikrên Trump eşkere kir.
Spîncer diyar kir ku Trump gotiye ku dema pere didin vê saziyê û fêdeyên jê digrin didin ber hev, dertê holê ku wezîfeya xwe baş nake û bi tesîr nîne. Spîcer got: "Ew nafikire ku NATO li gorî armanca xwe tevdigere û bi tesîr e."
Serokê DYAyê Donalt Trump di daxuyaniyên xwe yên berê de jî gotibû ku NATO êdî "bêkêr e" û DYA "zêde pere" dide vê saziyê.