Li Wanê 165 nûnerên saziyên civata sivîl bi pêşengtiya Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê hatin bal hev û ji bo ku bûyer biqedin "meşa aştiyê" kirin.
Nûner ji kolana Îskeleyê ber avahiya odeyê heta kolana Mareşal Fevzî Çakmakê ber Şaxa PTT Kargoya Wanê meşiyan.
Nûneran dovîzen ku li ser bi kurdî û tirkî "em aştiyê dixwazin" vekirin û duruşmeya "ji şer re na, aştî hema aniha" berz kirin. Serokê Odeya Muhasebeciyên Serbest û Mişawirên Darayî ya Wanê (SMMMO) Îbrahîm Şahîn li ser navê nûnerên saziyên civata sivîl daxuyanî da û got ku ew ji ber bûyerên van rojan li ber xwe dikevin.
Şahîn daxuyand, ew ji ber bûyeran bi fikar in, di nav gel de bawerî û hêviyeke mezin çêbû ku bi pêvajoya çareseriyê re aştî û biratî çêbibe, li Tirkiyeyê demokrasî tesîs bibe.
Şahîn got dema ku pêvajo hebû, ji aboriyê bigrin heta jiyana sosyal û siyasal rehetiyek çêbûbû û wiha dewam kir:
"Di pêvajoyê de ya herî girîng ew bû ku kes nedimir. Ev pêvajo pirsgirêka kurdan di serî de ji bo hemû pirsgirêkên demokratîk firsendek bû, lê wisa dixuyê ku wê wek berê be. Ji bo ku rêya çareserkirina aştiyane vebe, em bangî aliyan dikin ku demildest pevçûnan bi dawî bikin."
Şahîn wiha dewam kir: "Ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk, li Tirkiyeyê wezîfeya hevpar a her mirovî ye ku rabe ser piya. Ji bo mirovên me, paşeroja me, hedefên me yên pêşketinê û refaha me divê azadî û hiqûq werin parastin, pergala qamûyê tesîs bibe. Ji bo vê jî em wek her car amade ne û çi bikeve li ser milê me em ê bikin. Em her kesî vedixwînin aştiyê."
Nûnerên STKê piştî daxuyaniyê nameyeke ku tê de daxwaqzên herêmê nivîsandî bû ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Meclis, endamên Lijneya Wezîran, Sererkan Orgeneral Hulusî Akar û paartiyên ku grûba wan li meclisê hene re şand.