ANKARA
Armanca sepana " aştiya dewlemendiyê" ew e ku pere, diwîz, bazara sermaye, nirxên menqûl û hin bazarên din yên aîdê ferdên tûzel û rastîn tevî aboriyê bikin. Maweya sepanê heya 31ê cotmehê hat dirêjkirin.
Li gor biryara Lijneya Wezîran ya di Rojnameya Fermî de maweya teblîx û beyanê heya 31ê cotmeha 2013an hat dirêjkirin.
Bi sepana aştiya dewlemendiyê kes û sazî dikarin ji 15ê nîsana 2013an dewlemendiyên xwe yên ku nayên barkirin yên li derveyî welêt bi bedelên rayîcê li gor lîreyê tirk heya şeva 31ê tîrmehê teblîxê bankayan bikin.
Aştiya dewlemendiyê verastkirinên der barê usûl û esasên madeya berwext ya der barê Qanûna Bacê de di xwe de dihewîne.