ANKARA
Di hejmara Rojnameya Fermî ya îro de, biryara Prof. Dr. Yekta Saraç ya ku ji bo Serokatiya YOKê hat hilbijartin cih girt.
Herwiha ji bo endamtiya YOKê jî Rektorê Zanîngeha Zanistên Civakî ya Enqereyê Prof. Dr. Omer Demir hat hilbijatin û ev biryar jî di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokê YOKê yê berê Prof. Dr. Gokhan Çetînsaya ji wezîfeyê hildabû û şûna wî Prof. Dr. Yekta Saraç wezîfedar kiribû.