Lijneya Perwerdeya Bilind (YOK) biryar da ku di bin banê Zanîngeha Trakyayê de Enstîtuya Lêkolînên Çand û Zimanê Romanan damezrîne. Biryara ku pêşkeşî Wezareta Perwerdeyê bê kirin, dê bi biryara Lijneya Wezîran bibe fermî.
Li gor agahiyan, di Lijneya Giştî ya YOKê de ya ku di bin serokatiya Prof. Dr. Gokhan Çetînsaya de di 5ê çiriya paşîn de civiya, Enstîtuya Romanan ya ku di pakêta demokratîkbûnê de damezrandina wê hatibû payîn, hat rojevê.
Di civîna de biryar dan ku Enstîtuya Lêkolînên Çand û Zimanê Romanan di Zanîngeha Trakyayê de bê vekirin.
YOKê ev biryar ji Wezareta Perwerdeya Neteweyî re şand. Biryar dê bi biryara Lijneya Wezîran fermî bibe.
Di bin banê Zanîngeha Trakyayê de Enstîtuyên Lêkolînên Balkanê, Zanistên Fenî, Zanistên Civakî û Zanistên Tenduristiyê hene.