AGRI
Serokê Federasyona Çîyageriya Tirkiyeyê (TDF) Alaattîn Karaca daxûyanî da nûçegîhanê AAyê û diyar kir ku weke federasyon ev cara 14emîn e ku ji bo hilkişine çiyayê Agiriyê vê bernameyê li dar dixin û wiha dewam kir: "Ji ber rewşa ku Tirkiye niha tê de ye me 'Hilkişîna Serfiraziyê' îsal bi navê 'Hilkişîna Aştiyê' li dar xist. Îsal, ji bo hilkişandinê pir eleqe hebû.
Karaca dest nîşan kir ku 68 qilûbên hilkişandinê yên Federasyona Çîyageriya Tirkiyeyê jî beşdarî vê organîzasyonê bûne û wiha pê de çû: "Li ser çiyayê Agiriyê bilindahiya ku niha em lê ne 3 hezar û 200 mêtre ye. Me konên xwe vegirtin û niha jî em kêfa dîmenên nuwaze dikin. Tirkiye di serî de ji 7 welatan; Azêrbaycan, Îran, Yewnanistan, Bulgaristan, Makedonya û Kosovayê em bi tevahî 145 kes hatin.
Armanca me ya sereke ew e ku em peyamên aştiyê bidin. Ev heval hemû bi dil û can hatine û piştgiriyê didin me. Xwedê bêje erê emê sibê derkevin bilindahiya 4 hezar û 200 mêtroyî. Me xwest ku di vê pêla çareseriyê ya ku li welatê me de keda me jî hebe."