ŞANLIURFA
Li gor agahiyan N.S. îdia kir ku dema bi hev re bûn H.H.K. dîmenên wî yên nemunasîb kişandin û bi şantajê ji wî 15 hezar TL xwest. N.S. giliyê H.H.K.yê kir.
Tîmên Amiriya Buroya Exlaqê der barê bûyerê de xebat dan destpêkirin. Tîman gumanbarê din Z.B.yê dema ku ji bo sitandina pereyan hat girtin.
Di lêkolîna telefona Z.B.yê de dîmenên cur be cur hatin dîtin. Li mala ku dihat îdiakirin ku li wir fihuş tê kirin lêkolîn hat kirin. Di lêkolînan de kamerayên ku di nav xetên ceyranê de veşartî û cîhazên qeydê hatin dîtin. Di gelek cihên malê de jî hard dîsk, telefonên destan, flaş bîr û 16 heb CD hatin bidestxistin. Hat ragihandin ku di cihaza qeydê de dîmenên nemunasîb yên gelek kesan hene.
Z.B. û H.H.K.yê ku hatibûn binçavkirin piştî muemeleyên li emniyetê ji bo tendûristiyê hatin qontrol kirin û peyre sewqê dadgehê kirin.