Li Yuksekovaya Navçeya Hekariyê ev du roj e berf dibare. Barîna berfê li ser jiyana welatiyan tesîreke neyînî kir. Ji aliyekî ve jî bi berfê ve dîmenên balkêş derketin holê.
Li Geverê bi barîna berfê re rêya gelek gundan hat girtin. Berf zehf zêde barî û ji ber vê yekê jî xetên ceyranê qetiyan.
Barîna berfê ji aliyekê ve ji welatiyan re tengasî derxist, ji aliyên din ve jî dîmenên xweşik derxist holê. Îsal berf zû barî û ji ber vê yekê jî dar jî dibin berfê de man. Darên ku pelgên wan weneşiyane bi berfê ve xemilîn û dîmenên kaw derketin holê.
Hin welatî diçin parkan û di nav van dêmenên xweşik de wêneyên xwe dikişînin.