Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di êrîşa li ser Fermandariya Tabûra Daglicayê hat kirin de, zarokeka 6 salî birîndar bû.
Endamên PKKya rêxistina terorê ji navçeyê 45 kîlometre dûr êrîş birin ser Fermandariya Tabûra Daglicayê ya girêdayî Fermandariya Alaya Hidûd ya 7emîn.
Hat diyarkirin ku li fermandariya tabûrê tu zaiyat çênebû lê zaroka 6 salî û navê wê Nurşîn Bûldana ku li ber deriyê xwe dileyîst bi perçeyekî şarapnelê yê ku lingê wê ket, birîndar bû.
Tedawiya Bûldanê ya ewil bi destê leşkeran hat kirin û hat destnîşankirin ku niha rewşa wê baş e.