Cinazeyê 3 leşkerên ku li navçeya Yuksekovayê (Gever), di encama êrîşên çekdar ên terorê de mirin, şandin bajarê wan.
Li Fermandariya Çiya û Komandoyê ya Hekariyê ji bo şehîdan merasim hat lidarxistin, piştî merasimê cinazeyên şehîdan şandin Wanê.
Li Fermandariya Fîlo ya Helîkopterê ya Wanê ji bo şehîdan cardin merasim hat lidarxistin.
Di merasimê de ji bo şehîdan rêz hat girtin û kurtejiyana 3 şehîdan hat xwendin. Piştre Miftiyê Bajêr Nîmetullah Arvas Qur'ana pîroz xwend û dia kirin.
Piştî diayan cinazeyên 3 şehîdan bi 2 firokeyan şandin bajarê wan.
Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Alîkarê Wezîrê Karên Hundir Osman Guneş, Waliyê Wanê Aydin Nezîh Dogan, Parlementerê AK Partiyê yê Wanê Fatîh Çîftçî, Fermandarê Cendirmeyan ê Giştî Orgeneral Abdûllah Atay, Fermandarê 2emîn ê Artêşa Kolorduyê Orgeneral Galîp Mehdî, Serokê Venêrînê yê Fermandariya Giştî ya Cendermeyan Korgeneral Harûn Ocakli, Fermandarê Asayişê yê Cendirmeyan yê Wanê Korgeneral Abdullah Barûtçû, Serdozgerê Komarê yê Wanê Savaş Duzgun, Serokê Komisyona Daraza Edlî Mesût Bîlen digel serokên saziyên kamuyê û welatî beşdarî merasimê bûn.