6emîn Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) dest pê kir.
Kongre piştî diyarkirina endamên lijneya dîwanê, li Navenda Çandê ya Kocatepeyê dest pê kir. Di destpêka Kongreyê de Serokê GIştî yê HAK-PARê Kemal Bûrkay axivî û got baweriya gel bi "pêvajoya çareseriyê" heye lê belê gavên ku tên avêtin têrê nakin û divê êdî gavên radîkal bên avêtin.
Bûrkay got ku pirsgirêka kurd bi van polîtîkayan nayê çareserkirin, ev pirsgirêk encax bi sîstema federal a demokratîk bê çareserkirin û bangî hemû kesên ku dixwazin li ser bingeheke aştîxwaz siyasetê bikin kir û got werin di bin banê HAK-PARê de, siyasetê bikin.
Kemal Bûrkay diyar kir ku dê ji bo serokatiya giştî ya HAK-PARê nebe namzed.
Bûrkay wiha berdewam kir:
"Wezîfeya serokatiya giştî ji bo yekî di emrê min de, wezîfeyeke giran e. Heta îro ez pir axivîm, min pir nivîsî. Dikarim bibêjim ku min hemû tişt got û tiştekî min negotibe nema. Ji îro pê de ez ê dîsa alîkarî bidin hevalên xwe û wekî rewşenbîr û endamekî HAK-PARê dê piştevaniya partiyê bikim."
Hat diyakirin ku ji bo serokatiya giştî ya partiyê dê Bayram Bozyel, Fehmî Demir û Celal Baykara hewl bidin.