Hat ragihandin ku ji ber bûyera şehîdkirina 3 leşkeran ên ku li Yuksekovaya Hekariyê, 5 kes hatin binçavkirin.
Jêpirsîna bûyera kuştina 3 leşkeran ên ku li Qereqola Harûnanê wezîfadarbûn û dema li ser Kolana Cengîz Topel dimeşiyan ji hêla kesên ku rûyên wan nixûmî ve rastî êrîşê hatin, dewam dike.
Polêsên girêdayî Midûriyeta Ewlehiyê yên bajêr û tîmên têkoşîna terorê serê sibê di gelek cihan de operasyon li dar xistin. Hat ragihandin ku di operasyonan de Mesût K, Îslam B, M.Alî A, Orhan B û Bayram A hatin binçavkirin.
Jêpirsîna 5 kesan dewam dike.