Di vebûna parlementoya Herêma Kurdistana Iraqa Federal de dema sirûda neteweyî ya bi navê "Ey Reqîp" dihat xwendin ji Partiya Komela Îslamî (Komela) Hewreman Geçeneyî ranebû li ser piyan. Geçeneyî got ji ber ku sîrûd ne li gor dînê me ye, ez ranebûm li ser piyan. Ji ber ku di vê sirûdê de hin gotinên li gor dînî me kufr in hene. Netewe nikare bikeve pêşiya dîn, netewe nabe dîn."
Di parlementoya HKIFê de piştî hilbijartinên giştî yên ku di 21ê îlonê de hatin kirin, di rûniştina ewil de 111 parlementeran sond xwar. Piştî xwendina Qur'anê dema ku sirûda neteweyî hat gotin ji Partiya Komela Îslamî (Komela) Hewreman Geçeneyî û Soran Omer ranebûn li ser piyan.
Ji partiyên din hin parlementeran bertek nîşanî Geçeneyî dan. Geçeneyî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di nav sirûdê de hin xeletiyên dînî û dîrokî hene, ji ber vê yekê ranebûme li ser piyan.
Geçeneyî bi bîr xist ku sirûd wextekî ji ber şoreşê ji hêla hin kesan ve hat qebûlkirin û got ku di nav sirûdê de hin xeletiyên dînî û dîrokî hene. Ya herî girîng ne li gor dînî me ye. Lewra di vê sirûdê de ji hêla dînî ve hinek gotinên kufrî hene. Netewe nikare bikeve pêşiya dîn, netewe nabe dîn.
Geçeneyî got ku kurd wextekî mexdur bûn, di bin tehdeyê de bûn, dewleteke wan tunebû, zimanê wan nedihat qebûlkirin, lê rewşa niha ne wisa ye. Gençeyî destnîşan kir ku hê jî xwe wek mexdûr nîşandan ne rast e.
Geçeneyî got ji ber ku em ranebûn li ser piyan hin parlementeran em rexne kirin û me jî bersiva wan da û em ê wek partî ji bo guherîna sîrûda neteweyî pêşniyazeke qanûnê amade bikin.
Di sirûdê de gotinê wiha hene: Ey reqîb, her maye qewmê kurd ziman. Naşikê bi danayê topê zeman. Kes nebê kurd dimirin kurd jîn dibin. Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan. Em xortên rengê sor û şoreş in... Em xortên Medya û Keyxusrew in. Dîn, îman û ayîna me, her niştiman. Dîn, îman ayîna me, kurd û Kurdistan. Lawê kurd rabûye ser pê, wek şêran. Ta bi xwîn nexşîn bike taca jiyan.
- Meruf: "Bi tirkî sondxwarin mafê min e"
Ji aliyê din ve di merasima sondxwarinê de parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê Aydin Meruf digel kurdî bi tirkî jî sond xwar. Meruf daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo sonda tirkî berê amadehî kirin. Meruf diyar kir ku sondxwarina bi tirkî mafê wî ye û got ku min bi zimanê xwe yê zikmakî tirkmenkî sond xwar. Tu pirsgirêk jî derneket.
Meruf got ku ji ber kotayê tenê 5 parlementer di parlementoyê de tirkmenan temsîl dikin û got ku "em ê ji niha pê de ji bo mafên tirkmenan têbikoşin. Ji bo niha di qanûnên Kurdistanê de qala tirkmenan nayê kirin, em ji bo ku tirkmen wek neteweya duyem bên naskirin çi ji destê me bê, em ê bikin."
Di vê navberê de şêwirmendê Parlementoya HKIFê Tariq Cewher diyar kir ku rûniştina din ya parlementoyê hêj nehatiye diyarkirin. Cewher da zanîn ku serokê parlementoyê û arîkarên wî dê di rûniştina duyem de bên hilbijartin.