Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku kom ji 30 û 35 kesan pêk tê.
Li paytexta Akmescîta Komara Xweser a Kirimê piştî ku civîna parlementoyê ya ku dê tê de rewşa dawî ya siyasî bihata gotûbêjkirin nehat kirin, di navbera alîgirên rûsan û tatarên Kirimê de pevçûn derket û 26 kes birîndar bûn.
Piştî ku Serokê Parlementoya Komara Xweser a Kirimê Konstantînov daxuyanî da û got "dibe ku mijara cihêbûna Kirimê ya ji Ukraynayê were rojevê", Parlementoya Kirimê biryara kombûnê dabû û dê rewşa dawî ya siyasî bihata gotûbêjkirin.
Şexsekî bi navê Maxîm Daçenko li ber parlamentoyê li ser navê komê daxuyanî da û got ku kom bi çek e û ji 50 kesan pêk tê. Dançenko destnîşan kir ku çalakvan dixwazin ku bila referamdûmeke ku gelê Kirimê qedera xwe tayîn dike were çêkirin.
Ji bilî vê serokwezîrtiya Komara Xweser a Kirimê jî hat dagirkirin. Poolêsan dora avahiyê dorpêç kirin û çûyîn û hatin qedexe ye. Rayedaran daxuyanî dan nûçegihanê AAyê destnîşankirin ku kom bi çek e û hejmara wan nayê zanîn.
Kesên biçek ala Rûsyayê daliqandin avahiya serokwezîrtiyê.