Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê hilda, li Bakubaya bajaroka eyaleta Diyalaya li bakurê Bexdayê bi bombeyan êrîşî otobosa rêvîyan kirin û di êrîşê de 4 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyeke ewlekariyê diyar kir ku li başûrê Bakubayê jî erebeyeke bombebarkirî teqiya û di bûyerê de 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Ji alî din ve polêseki ji Nînovayê ragihand ku li herêma Keraca girêdayî Mûsilê kesên nediyar êrîşî cihê kontrola leşkeriyê kirin û di êrîşê de leşkerek mir, leşkerek jî birîndar bû.
Çavkaniyan diyar kirin ku li herêma ez-Zenceliya ku li rojavayê bajarê Mûsilê erebeyeke polêsan hat teqandin, di bûyerê de polêsek mir polêsek jî birîndar bû.
Ji polêsên Nînovayê çavkaniyekê din jî diyar kir ku li herêma el-Feysaliyeya li rojhilatê Mûsilê kesên nediyar bomba destan avêtin ofêsa PDKê di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Kerkûkê bombeya ku di erebekê de hatibû bicihkirin teqiya û ajokarê erebê tê de mir.