Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (RMMS) hêzên artêşa rejimê li bajarên ku di destê muxalifan de ye ji hewa û erdê operasyon li dar xistin. Di operasyonan de li berbajarê paytext Şamê 54, li Helebê 18, li Hasekeyê 9, li Quneytrayê 3, li Derayê 5 û Xumûsê 4 bi tevahî 93 kes mirin.
Di vê navberê de berpirsyarê çapemeniya Helebê yê Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê Ehmed Mihemed Elî daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Elî diyar kir ku li der û dora Tugayê di navbera Tugaya Tewhîdê û hêzên rejimê de pevçûn çêbûn.
Elî diyar kir ku muxalifan ji tûpan topên hewanê çêkirin û bi van ve êrîşî hêzên Esed kirin. Hêzên artêşê jî bi balafirên şer ve bombeyên vakumê avêtin herêma Klesa ya li ser Helebê. Di van pevçûnan de gelek avahî hilweşiyan û xisar dîtin.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê daxuyand ku hêzên ewlehiyê li herêma Gûtaya Rojhilat operasyon li dar xistin. Di operasyonan de gelek komên çekdar hatin kuştin.