Kerry li gel hevpîşeyê xwe yê Ingiliz Hague li Wezareta Karên Derve ya DYAyê beşdarî çalakiyekê bûn. Di vê çalakiyê de li ser mijara hewla pêşîlêgirtina sûcên cinsî yên hengama şer û pevçûnan de hat sekinandin. Di destpêkê de herdu wezîr li ser rûdanên li Ukraynayê sekinîn û gotin ku bûyerên ku li kolanên Kîevê de rû didin, jihevqetîna Rûsya û Welatên Rojavayî ya di serdema Şerê Sar de nîne.
Kerry piştî ku diyar ku em bûyerên ku li Ukrayanayê rû didin, dişopînin û wiha got: "Em hewl didin da ku alîkariya guherîna derasayi ya li Ukraynayê bikin. Me herduyan jî (John Kerry ve William Hague) di hevdîtinên xwe yên li Ukraynayê de ji gelê wir re eşkere kir ku em ê piştgiriya hewla we ya sazkirina dahatûyeke demokratîk bikin. Eva lîstokeke wisa nîne ku ji aliyekî ve hinek li ser dikevin û hinek jî têk diçin. Eva rewşeke wisa nîne ku rojhelat dijî rojavayê ye, jixwe divê ev nekeve pozîsyoneke dijîtiyê. Ev der barê gelê Ukraynayê de ye da ku bibin xwediyê mafê hilbijardina dahatûya xwe."
Wezîrê Karê Derve yê Brîtanyayê Hugue jî diyar kir ku nêrînên Kerry qebûl dike. Hague jî wiha got: "Eva der heqê mafê mirovên azad de ye û der heqê mafê biryardayîna xwe bi xwe ya mirovên demokratîk de ye. Em di têkiliyên navneteweyî de vê wekî serketina hêlekê û têkçûyîna hêla din, nabînin."
Hague bal kişand û got ku azadî û yekîtiya axa Ukraynayê gelekî girîng e û divê ku bi lez, hêzên rojavayî û derdorên navneteweyî yên ku deyn didin, pakêtên ku dê alîkariya pêvajoya guhastina gelê Ukraynayê bike, amade bikin.