ANKARA
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry hat Ankarayê. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu got ku dê bi Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry re digel mijarên herêmî yên wekî Iraq û Sûriyeyê dê li ser mijarên wekî têkiliyên dualî, Qibrîs, Ermenistan, Ûkrayna û pêvajoya aştî û agirbestê ya li Rojhilata Navîn bisekinin.
Kerry di çarçoveya ziyaretên xebatê de li Ankarayê bi Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu re li wezaretê hat bal hev. Kerry û Çavuşoglu beriya hevdîtina dualî daxuyanî da rojnamevanan.
Çavuşoglu axaftineke kurt kir û got ji ber ku Kerry di çarçoveya ziyareta li herêmê de bû mêvanê me, em kêfxweş in. Çavuşoglu diyar kir ku bi John Kerry re di nav hefteyekê de 3 caran rûbirû, herî kêm 3 caran jî li ser telefonê axivin. Çavuşoglu got ku "Hûn mijarên di rojevê de dizanin. Mijarên herêmî, dijwarî, tehdît... Hûn Iraq û Sûriyeyê dişopînin."
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Kerry jî got ji ber ku ez li Tirkiyeyê me, gelekî kêfxweş im.
Kerry diyar kir ku Tirkiye û DYA hevkarên girîng ên di nav NATOyê de ne û wiha axivî: "Ji Lîbyayê heta Maliyê, ji Kepê Afrîkayê heta Rojhilata Navîn û niha tabî kî mijarên li Iraqê jî me eleqedar dikin. Gelek tiştên ku dê em li ser biaxivin, hene."