HEWLÊR
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande diyar kir ku ji bo pêçandina birînan û berterefkirina terorê amade ne.
Hollande û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî li ofêsa Serokwezîriyê civîna çapameniya ya hevpar li dar xistin.
Serokomarê Fransayê Hollande diyar kir ji bo ku jana tê jiyîn telafî bike hatiye Iraqê û wiha got: "Ziyareta min ji bo têkoşîna li dijî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) piştgirî ye."
Hollande got ku ji bo pêçandina birînan û berterefkirina terorê amade ne û wiha axivî: "Alîkariyên mirovahî û leşkeriyê yên ku em didin Herêma Kurdistanê ewê dewam bikin û roj bi roj jî zêde bin."
Hollande destnîşan kir ku di raya giştî ya dinyayê de ji bo têkoşîna li dijî terorê tiştên baş dibin û wiha pê de çû:
"Tevkariyeke navneteweyî çêdibe û alîkarî tên Iraqê. Ev nîşan dide ku hun du têkoşîna li dijî terorê de bi tenê nînin. Em wek Fransayê dema ku peyama we ya alîkariyê hat me hereket kir. Em ê ji îro şûnda jî piştgiriyê bidin we."
Serokomar Hollande got: "Kurdistan herêmeke wisa ye ku hemû komên kêmnetew û etnîk bi hev re di aştiyê de dijîn. Em ê destûrê nedin ku teror vê dewlemendiyê xirab bike."
Hollande destnîşan kir ku Fransayê ji bo ku penaber bi rihetî herin welatê wan karên vîzeyê hêsan kir û hejmara xebatkarên Serkonsolosxaneya Hewlêrê zêde kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd barzanî jî wiha got: "Di têkbirina terorê de alîkariyên Fransayê yên leşkerî zehf tesîr kirin. Ku ev hevratî dewam bike îstikrar û aştiya herêmê ewê pêk bê. Bi piştgiriya koalisyona navneteweyî ve em ê terorîstan ji Iraqê paqiş bikin."
Barzanî bal kişand ku ji ber bûyer û êrîşan ji milyonekî zêdetir kesî cî û warên xwe terk kir, ji bo ku ew kesan di ewlehiyê de vegerin malên xwe dibê terorîstan têk bibin. Barzanî got ku pêşmerge ji bo vê operasyonên xwe yên li dijî milîtanên DÎŞIyê didomîn.
- Cara ewil Serokomarekî herêm ziyaret kir
Hat ragihandin ku bi ziyareta Hollande ve ev cara ewil e ku Serokomarek herêma Kurdistanê ziyaret dike. Rêveberiya Kurdistanê ziyaret wek dîrokî dît û bi heyeteke payebilind ve li Hollande pêwazî kir.