14 Mijdar 2015•Rojanekirin: 15 Mijdar 2015
PARÎS
Piştî êrîşên li Parîsa paytextê Fransayê Serokomar Françoîs Hollande daxuyanî da û artêş gazî ser wezîfeyê kir, rewşa derasayî îlan kir û eşkere kir ku sînorên xwe girtine.
Hollande der heqê hejmara miriyan da agahî neda, lê belê BFMya televizyona Fransayê eşkere kir ku di êrîşan da 142 kes mirin.
Hejmara ku televizyonê li gor çavkaniyên polêsan eşkere kir bi destê meqamên fermî nehat piştrastkirin.
Wek mayîn hat ragihandin ku li paytextê 7 pevçûn derketin û di pevçûnan da gelek kes birîndar bûn.
Raydarên Fransayê bangî parîsiyan kirin ku heta ewlekariya raya gişkî pêk tê bira dernekevin derva.
Xêncî 3 teqînên li aliyê "Stade de France"yê xeber tên ku li herêmê bombeyên destan jî hatin bikaranîn.