13 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2016
ANKARA
Der herqê rewşa derasayî (OHAL) da ya ku li giştiyê Tirkiyê tê sepandin Meclisê biryar dabû ku ji 19ê cotmehê pê va 3 mehan were dirêjkirin. Ev biryara Meclisê di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Lijneya Wezîran di 5ê cotmehê da biryar dabû ku OHAL ji 19ê cotmehê saet 01.00î pê va 3 mehan were dirêjkirin.
Li gor benda byê ya fiqraya 1emîn ya xala 3yemîn ya Qanûna Rewşa Derasayî ku di Makezagonê benda 120emîn e hejmara wê 2935 e, Lijeneya Wezîran biryar da. Biryara di rûniştina 5emîn a 11ê cotmehê da li Lijneya Giştî ya Meclisê da hatibû pesendkirin.