14 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
NEW YORK
Li New York û New Jerseya eyaletên DYAyê ji ber berf û bagera ku li bendê ne roja sêşemê bên, rewşa derasayî hat îlankirin.
Andrew Cuomoyê Waliyê New Yorkê û Chrîs Chrîstîeyê Waliyê New Jerseyê ji ber berf û bagera dibe ku roja sêşemê bên biyar dan ku li eyaletan rewşa derasayî bê îlankirin.
Cuomoyê Waliyê New Yorkê diyar kir ku li gor biryara rewşa derasayî ji saet 4.00an pê va seferên trênan hatin betalkirin.
Rayedarên meteorlojiyê gotin berfa ku li bendê ne şeva duşemê dest bi baranê bike ew ê di saet 06.00an da tesîra xwe zêde bike.
Bîll de Blasîoyê Şaredarê New Yorkê der barê berf û bagerê da daxuyanî da û got "Dibê ji bo felaketa sipî em amade bin." Blasîo ji gelê New Yorkê xwest ku bira pîlanên xwe li gor derketina rê amade nekin.
Li bajêr seferên metroyê yên nav bajêr ji saet 4.00an pê va hatin sekinandin ji bo seferên LIRRê yên ku ber bi bakur diçin jî 3 hezar kes hatin wezîfedarkirin.
Di dema barana berfê da keştiyê seferên xwe bidomînin, ji bo paqijkirina rêyan jî 60 wesayîtê bi xebitin û 689 kamyonê jî rêya xoy bikin.
Hetanî vê gavê li Balafirgeha JFKyê ya li New Yorkê 463, li Balafirgeha LGAyê jî 523 firîn hatin betalkirin.
- Li New Jerseyê amadehiyên ji bo bagerê
Chrîstîeyê Waliyê New Jerseyê ferman da ku bira yekeyên lêgerîn û xilaskirinê yên, şaredarî û saziyên dewletê ji bo bagerê amade bin.
Chrîstîe di daxuyaniya xwe da got, "Ji bo tevdîrên bagerê em hemû amadehiyan dikin. Kamyon amade ne. Xoya me zêde zêde heye."
Hat ragihandin ku hejmara firînên hetanî vê gavê li Balafirgeha Navneteweyî ya New Yorkê hatin betalkirin gihîşte 853yan.