14 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
TEHRAN
Serokê Meclisa Îranê Elî Larîcanî der heqê kampanyaya ku beriya betlaneya Cejna Newrozê bi behaneya ewlehiyê "Neçin Tirkiyeyê" da got: "Di tewsiyeyên bi vî rengî da wateyeke xwe ya taybet tuneye. Normal e ku em ji gel ra bibêjin li xwe miqate bin, baldar bibin û hişyariyê bidin wan ku biçin cihên biewle."
Larîcanî li avahiya berê ya meclisa Îranê civîna çapemeniyê kir. Larîcanî li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya "Li Iraqê her roj bûyerên terorê hene. Bi dehan îranî di bûyerên terorê yên li Iraqê da mirin. Digel vê yekê rayedarên îranî tu carî hişyarî nedan gel û negotin neçin Iraqê. Li gor we Iraqê ji Tirkiyeyê ewledartir e?" wiha got: "Mijar ji mînaka Iraqê cudatir e." Larîcanî îdia kir, îranî diçin bajarê Kerbela û Necefê, ev der li Iraqê bi ewle ne û wiha dewam kir: "Li wan deran pirsgirêka me ya terorîzmê tuneye."
Wezareta Karên Derva ya Îranê, têlevîzyona dewletê û hin dezgehên medyayê di mijara seyahatê da rê didin ber gel. Larîcanî ev yek normal qebûl kir û wiha axivî: "Di tewsiyeyên bi vî rengî da wateyeke xwe ya taybet tuneye. Normal e ku em ji gel ra bibêjin li xwe miqate bin, baldar bibin û hişyariyê bidin wan ku biçin cihên biewle."
Larîcanî got: "Hin tiştên ku em jî li bendê ne hene. Divê dewleta tirk di daxuyanî û mijaran da ya ku lê tê bike. Berê hin mijar hebûn ku ne li gor têkiliyên cînartiyê bûn. Îran tevlî van mijaran nebû."