Cejna Newrozê li Astanaya paytextê Kazakistanê bi beşdariya bi hezar welatiyan hat pîrozkirin.
Merasim li Salona Bikiletê ya Saryarkayê hat lidarxistin, Serokê Dewletê Nursiltan Nazarbayev jî beşdarî merasimê bû. Salona ku 10 hezar kesî hildide deve devî tijî bû.
Di çalakiyê de gelek şovên dîtbarî hatin pêşandan, lambeyên desta û alayên Kazakistanê li beşdarvanan hatin belavkirin. Beriya hilbijartina 26ê nîsanê di ekranan de çalakiyên Nazarbayev hatin nîşandan.
Serokê Dewletê Nazarbayev bangî welatiyên di salonê de kir. Nazarbayev di axaftina xwe de diyar kir ku dinya di qeyranê de ye, bê îstikrarî heye, bihayê neftê dadikeve û ew jî li dijî van hemûyan têkoşînê didin.
Nazarbayev destnîşan kir ku Kazakistan dikare van pirsgirêkan careser bike, bira welatî bi awayekê neyînî nefikirin û cejna wan pîroz kir.