13 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2017
CENEVRE
Staffan de Misturayê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) destnîşan kir ku NY piştgiriyê dide hevdîtinên ji bo Sûriyeyê ku tê plankirin li Astanayê bên kirin û got ku Tirkiye û Rûsyayê di vê mijarê da li ser rêyeke rast in.
Civîna Koma Xebatê ya Alîkariya Însanî ya Koma Alîkariya Sûriyeyê ya Navneteweyî li Cenevreya Swîsreyê hat kirin.
Staffan de Mistura piştî civînê li Ofîsa Cenevreyê ya NYê daxuyaniya çapemeniyê da û wiha got: "Tirkiye û Rûsya bi gelemperî li gor agirbesta li Sûriyeyê ku navbeynkariyê kirin, tevdigerin. Lê li herêmên dorpêçkirî xwan û xurek kêm e û hê jî alîkariya însanî naçe wan herêman."
De Mistura diyar kir ku herî zêde li Sûriyeyê ji bo Geliyê Baradayê di nav metirsiyê da ne û wiha got: "Li wir pirsgirêka avê heye. Ev li Şamê tesîrê li 5 milyon kesî dike."
- "NY pitgiriyê dide hevdîtinên li Astanayê"
Staffan de Mistura destnîşan kir ku NY piştgiriyê dide hevdîtinên ji bo Sûriyeyê ku tê plankirin li Astanayê bên kirin û got ku Tirkiye û Rûsyayê di vê mijarê da li ser rêyeke rast in û wiha berdewam kir: "NY piştgiriyê dide hevdîtinên li Astanayê. Tim agahî ji NYê ra tên û em ji bo alîkariyê amade ne. Em hêvî dikin hevdîtinên li Astanayê serkeftî bin û ji bo civîna li Cenevreyê rê nîşan bide."