2017 ж. 19 қаңтар•Rojanekirin: 2017 ж. 20 қаңтар
MOSKOVA
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Emrîka dawetî hevdîtinên Sûriyeyê ku dê li Astanaya paytextê Qirgizistanê bê lidarxistin, kirine.
Lavrov li Moskovayê beşdarî bernameyekê û cewaba pirsên rojnamevanan da.
Lavrov li ser pirsa "Hûnê Emrîkayê li ser kîjan şert û mercan dawetî hevdîtinên Astanayê bikin" got: "Emrîka ji bo Astanayê hatiye dawetkirin"
Herwiha hat ragihandin ku Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov bi Balyozê Moskovayê yê DYAyê John Tefft re li ser mijara qeyrana Sûriyeyê û hevdîtinên Astanayê axivî.
Lavrov di axaftinên xwe yên berê de jî gotibû ku divê nûnerên rêvebirina Neteweyên Yekbûyî û DYAyê jî beşdarî hevdîtinên Astanayê bibin.
Sergey Lavrov gotibû, hevî dikin ku rêveberiya Donald Trump ku dê 20ê mehê dest bi wezîfeyê bike, li Astanayê cih bigire. Bi vê hevdîtinê Cara ewil dê li navbera Rûsya û Trump der barê mijara Sûriyeyê de têkiliyeke fermî çêbibe.