MÛSIL
Hat ragihandin ku DAEŞê li Iraqê ceza da 65 welatiyên kurd ên ku li Mûsilê agirê newrozê vêxistin û newroz pîrozkirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî û ewlehiyê hatin bidestxistin, welatiyên kurd li taxên Mûsilê yên wekî Nebî Yûnis, Cezayîr û Faysaliyeyê agirê newrozê vêxistin. Pîrozbahiya welatiyên kurd ên ku xwe ji ser agir diavêtin bi rasera milîtanên DAEŞê nîvco ma. Dan zanîn ku DAEŞê bi hinceta ku qedexeya pîrozkirina newrozê binpêkiri, digel 90 dolar cezayê şertê jiberkirina sê sûreyên Qur'anê jî da her yek ji 65 welatiyên kurd ên ku li Mûsilê agirê newrozê vêxistin û newroz pîrozkirin.
DAEŞê piştî ku artêşa Iraqê paş ve kişiya di 10ê hezîrana 2014an de Mûsila ku duyemîn bajarê herî mezin a welêt e, bi dest xist. Rewşa mirovahiyê ya li Mûsilê her ku diçe ber bi xirabiyê ve diçe. Li Mûsilê hewcedariyên herî bingehîn ên wekî sotemenî, gaza sirûştî, madeyên xurekê, ava paqij û ya vexwarinê nayê bidestxistin. Li Mûsilê di warê maf û azadiyan de jî tehdeya DEAŞê gelekî tê hîskirin.