BEXDA
Hat diyarkirin ku hinek serokên eşîrên sunî yên li Enbara bajarê Iraqê ji bo ku li dijî DAEŞê têkoşîneke hevpar bidin, bi navê "Meclisa eşîr û şêxên enbarî yên ku li dijî terorê şer dikin" meclisek ava kirin.
Serokên eşîran li taxa Mansûrê ya li paytext Bexdayê hatin bal hev û daxuyaniya "Me biryar da ku li dijî dagirkirina terorê DAEŞê meclisek ava bikin". Berdevk Îbrahîm Duleymî li ser navê komê nirxandin kirin got DAEŞ zorê dide enbariyan ku koç bikin û wan qetl dike.
Duleymî got ku dê li dijî DAEŞa ku piraniya kontrola Enbarê di destê wê de ye, ji niha pê ve bi hev re tevbigerin û wiha axivî:
"Terorîstên DAEŞê jinên me revandin, mala me li ser serê me de xira kirin, pîr û kalên me qetl kirin, serê ciwanên me jê kirin, mescîd û mizgeftên me xira kirin. Ev berhemên me yên dîrokî xira dikin û zirarê didin şarsitaniya me."
Duleymî îdia kir ku dê hewceyiya meclisa wan hem ji nav Iraqê hem jî ji derveyî Iraqê bi tu arîkariyan tunebe û wiha axivî:
"Em teqez li dijî wê yekê ne ku Iraq parçe bibe û jê dewletên biçûk ên ku li ser xîmên mezheban hatine avakirin, çêbin. Em yekîtiya ax û gelê welêt diparêzin. Li hember cudahiyên mezhebparêz berteka herî mezîn dê meclisa me nîşan bide."
Duleymî bi bîr xist ku serokê dînî yê şiiyan Ayetûllah es-Sîstanî banga cîhadê da. Duleymî ji ber vê banga wî û helwesta wî ya li hember DAEŞê got ku spasdar û minetdarên Sîstanî ne. Duleymî ji ber peyamên wan ên ku hemû aliyên welêt hêmbêz dike spasiya Serokê Konseya Bilind a Îslamî ya Iraqê Ammar el-Hekîm û Serokê Tevgera Sadrê Mûqteda es-Sadr kir.
Serokê Eşîra Elbû Nemirê Şêx Naîm el-Gaûd bersiva pirsên rojnamevanan da û got ku şaxa leşkerî ya saziya me tune û wiha axivî: "Bingeha meclisa me bi îşgala ewil a terora DAEŞê hat avêtin. Li Enbarê hêzên leşkerî yên ku ligel hêzên me yên ewlehiyê şer dikin hemû mirovên eşîran e. Bi avakirina meclisê me xwest em nîşan bidin kesên ku li Enbarê şer dikin ji gelê me yê herêmê pêk tê."
Serokê Eşîra Ûbeydê Ûsame el-Ûbeydî jî xwest ku hikûmeta Iraqê û saziyên civakî yên sivîl meclisê nas bikin û piştgiriyê bidinê. Ûbeydî got "Yên ku zilma DAEŞê dîtin, em bûn û hemû binesaziya bajarê me serobino bû." Di bin banê meclîsê de eşîrên Elbû Nemir, Elbû Rîşe, Mahamîde, Elbû Ûbeyd, Elbû Assaf, el-Cixayfe, Elbû Îse, Eşbû Xalife, Elbû Merî, Elbû Îsa, Elbû Şeban, el-Cûmeylî, el-Xarbît, el-Farracî û el-Cîlîbavî hene.