03 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2017
BEXDA
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande der barê operasyona rizgarkirina Mûsilê de got: "Ev bi salan nakêşe. Dê di çend hefteyan de biqede."
Hollande di çarçoveya seredana xwe ya Iraqê de bi Serokomar Fûad Masûm, Serokwezîr Heyder el-Ebadî û Serokê Meclisê Selîm el-Cûbûrî re civiya.
Piştî kombûna bi serokên Iraqî re Hollande civîneke çapemeniyê lidar xist. Hollande di axaftina xwe de wiha got: "Operasyona rizgarkirina Mûsilê bi salan nakişîne. Dê di çend hefteyan de bidawî bibe"
Serokomarê Fransayê Hollande wiha axivî: "Emê li dijî welatiyên Fransayê ku tevlî DEAŞê bûne jî şer bikin, lewra ew dixwazin êrişî me bikin. Eger dewleta Iraqê jî wan bigire dê li gor qanûnên xwe wan ceza bike. Mejiyê hin zarokan bi tevahî hate şûştin. Wextê ev vegerin Fransayê divê bêne tedawîkirin. Ev jî berpirsiyariya me ye."
Hollande wiha dewam kir: "Operasyona li Iraqê wê dirêj bikşîne, lê hêzên Iraq û ewlekariyê dê biser bikevin. Li bejahiyê Iraqî şer dikin, em jî ji hewayê ve piştrgiriyê didin. Herwiha arîkariya perwerdeyê jî tê dayîn. Tekane dijminê me DEAŞ e. Eger teror li herêmê dewam bike wê Ewropayê jî ji xwe re bike hedef."
Masûm spasiya eskerên Fransayê kir.
Serokomarê Iraqê Masûm jî di axaftina xwe de got: "Ez eskerên Fransayê ku li vê derê ji mala xwe dûr sersala nû derbas kirin, silav dikim." Masûm, spasiya xelkê Fransayê kir ku piştevanê Iraqê ne.
Serokwezîr Ebadî jî di civîna çapemeniyê de wiha axivî: "Hêza me heye ku em li Iraqê emrê rêxistina terorê kurt bikin."
Ebadî destnîşan kir ku teror ne tenê li Iraqê, li hemûyê dinyayê tehdîd e û wiha dewam kir: "Êrişên ku li Stenbol û li herêmên cuda yên dinyayê çêbûn, ji aliyê rêxistina terorê ya global ve hatin organîzekirin."