14 Mijdar 2015•Rojanekirin: 15 Mijdar 2015
PARÎS
Di êrîşê de 80ê jê xedar nêzî 200 kesî birîndar bûn.
Li Parîsê duh êvarê li pey hev 6 êrîş qewimîn û qisawet ew e ku hejmara kesên di êrîşan de mirin zêde bibe.
Li gor çavkaniyên dozgeriyê herî kêm 120 kes mirin û nêzî 200î kes jî birîndar bûn û ji birîndaran rewşa 80 kesî giran e.
Çavkaniyên polêsan diyarkirin ku êrîşkar 8 kes bûn û hemû jî hatin kuştin lê der heqê bîlançoya êrîşan de heta niha daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollandeyê ku serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir îro wê li Qesra Elyseeyê Konseya Parastinê kom bike.
Di êrîşên ku li Parîsê qewimîn de li gor diyarkirinên ewil nêzî 100 meriv li Bataclana hêwana konserê mir. Êrîşa ku bîlançoya wê herî giran e li hêwana konserê pêk hat.