Sevim Hatun
2015 ж. 21 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 21 қыркүйек
HALEP
Hat ragihandin ku di êrîşên hêzên Esed bi balafirên şer birin ser herêmên di destê mixalifan yên li Helebê de, 4 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji erkdarên parastina sivîl hildan, bi balafirên şer ên artêşê êrîş birin ser taxa Muvasalata Helebê ya di kontrola mixalifan de. Di êrîşê de 4 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Erkdaran diyar kir ku di êrîşên ser taxa Şêx Maksûd û Besatîn Qasrê de jî 8 kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku ji ber êrîşan, li herêmê xisareke mezin çêbû.