2015 ж. 21 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 21 қыркүйек
Hat destnîşankirin di operasyonên hêzên ewlehiyê û koalîsyona navneteweyî da ku li Enbar, Nînowa û Diyalaya Iraqê birin ser kozikên DAEŞê 23 milîtan hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.
Fermandarê Operasyonên Enbarê Qasim El-Mehmûdî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li herêma El-Buşecela Ramadiyê di operasyona hêzên ewlehiyê da 8 endamên DAEŞê hatin kuştin, 7 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku li Sîncara Mûsilê di operasyona hewayî ya koalîsyonê da 12 milîtan hatin kuştin û 4 wesaîtên bizirx hatin îmhekirin.
Hat destnîşankirin ku li çiyayê Hemrîna li Diyalayê jî di operasyona hêzên ewlehiya Iraqê da 3 milîtanên DAŞEê hatin kuştin.