2015 ж. 20 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 20 қыркүйек
DIYARBAKIR/BÎNGOL
Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê dema ku polêsekî ji ATMyê pere dikişand terorîstan êrîş birin ser û polês birîndar bû.
Li gorî agahiya ku gihîşt ber destan, li ser kolana Çelîklerê ya taxa Camiyê dema ku polêsekî li ber şaxa bankeyekê ji ATMyê pere dikişand terorîstan êrîş birin ser. Piştî ku hêzên ewlekariyê yên li deverê bersiv dan û şûnde terorîst revîn.
Ji bo desteserkirina wan xebat didomin.
- Li Bîngolê rê birîn
Komeke endamên rêxistina terorê li taxima gundê Hacilarê yê li ser Karliovaya navçeya Bîngolê rêya Erzirom-Bîngolê birîn. Terorîstan wesayît dan sekinandin û welatî peya kirin û dû re propagandaya rêxistinê kirin. Piştre jî revîn û xwe berdan nava çiyan.
Hêzên ewlekariyê jî ji bo desteserkirina terorîstan digel helîkopterekê dest bi operasyoneke berfireh kirin.
- Li Sêrtê 3 kes hatin girtin
Li Sêrtê xebatên ji bo girtina terorîstên ku xwestin bi îxbareke derew ve polêsan bînin herêmê û dema derbasbûna wan de teqemeniyê biteqînin, dewam dikin.
Polêsan li ser qeyên MOBESEyê lêkolîn kirin û dû re di heman demê de avêtin ser 3 adresan û 3 kesên têkildar binçav kirin.