DİYARBAKIR
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, Fermanderiya Cendirmeyê Herêmê, duh li gûndê Yenîkoya Çunguşê û gûndê Serena Haniyê, operasyon li dar xist.
Di operasyonê de li qada vekirî ya navçeya Haniyê, di lêgerîna 5 cihan de 65 hezar û 500, li qadek navçeya Çunguşê jî hezar û 972 nebatên tiryakê hatin bi dest xistin.
Her wiha di operasyonê de 4 kes jî hatin binçavkirin. Li gorî agahîyan, lêpirsîn didome.