Jiyan

Li "Baniyê Tirkiyeyê" avûhewaya cemser û çolê bi hev ra xuya dibe

Li qontarên Çiyayê Agiriyê ku ciyê herî bilind ê Tirkiyeyê ye avûhewaya çolê, li zîrweya wê jî avûhewaya cemserê xwe nîşan dide.

Önder Beyter  | 13.08.2020 - Rojanekırın : 15.08.2020
Li "Baniyê Tirkiyeyê" avûhewaya cemser û çolê bi hev ra xuya dibe

Iğdır

Li Çiyayê Agiriyê ku raqima wê li welêt raqima herî bilind e û lewma jî jê ra "Baniyê Tirkiyeyê" tê gotin, hema hema avûhewaya çolê û ya cemserê bi hev ra xwe nîşan dide.

Çiyayê Agiriyê ku raqima wê 5 hezar û 137 e û di navbera sînorên parêzgehên Agirî û Îdirê da ye, hem bi şertên avûhewayê û hem jî bi nebatên xwe va balê dikişîne.

Vê gavê li qontarên çiya avûhewaya çolistanê serdest e, lê di her hezar metreyê da avûhewa diguhere û dibe mîna bihar û payîzê.

Zîrweya Çiyayê Agiriyê ku ciyê herî bilind ê welêt e jî germahiya hewayê berjêrî heya 20 pileyên di bin sifirê da dibe û her wiha di meha tebaxê da jî şertên zivistanê lê serdest e.

Endamê Hîndekariyê yê Şaxa Makezanista Erdnîgariya Tirkiyeyê ya Zanîngeha Îdirê Doç. Dr. Oguz Şimşek ji peyamnêrê AAyê ra got ku Çiyayê Agiriyê ji 850 metre raqimê heya 5 hezar û 137 metreyan bedewiyên ji hev cuda radixe ber mirov.

Şimşek bal kişand ku li vê derê hemû taybetiyên avûhewaya herêmên bejayî tên dîtin û wiha dewam kir:

"Li pêşa rojhilatê ya Çiyayê Agiriyê avûhewaya çolistanê heye. Wate avûhewaya wê dişibe ya Çolistana Sehrayê. Lewma jî nebatên çolistanê li vê derê hene. Ev der li welatê me piştî Karapinara Konyayê, herêma duyemîn a herî mezin a çolistanê ye. Lêbelê li serê çiyê jî avûhewaya cemserê heye. Lewma jî li Çiyayê Agiriyê avûhewa çiqas biguhere, nebatên lê jî ewqas diguherin û ji hevdu cuda ne. Bo nimûne, dara ku navê wê yê zanistî Betula ye û li ciyên sar hêşîn dibe, li Çiyayê Agiriyê di navbera raqima 2 hezar û 500 û 3 hezarî da hêşîn dibe û tê dîtin. Her wiha li van deran em rastî qederek nebatên stepê jî tên."

Endama Hîndekariyê ya Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanistên Teknîkî ya Zanîngeha Îdirê Dr. Belkis Muca Yigitê jî bal kişand ku Çiyayê Agiriyê bi bilindî û awayê xwe yê ekolojîk va çiyayekî zehf girîng e. Yigitê her wiha diyar kir ku çiya ji hêla cureyên nebatan jî dewlemend e.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.