ANKARA
Zanyaran dîtin ku nebat ji bo danhêviyên qûtên xwe saz bikin ji matematîkê sûd werdigirin.
Li gor lêkolîna ku kovara "e-Life"ê de weşiya zanyaran kifş kirin ku nebata Arabidopsisa ji malbata tiviran e, bi arîkariya mekanizmaya kimyevî ku di pelên wê de heye, qûta ku bi şevê dixwe hisab dike.
Lêkolînvanên Navenda John Innes bal kişandin ku di cîhana nebatî de rastlêhatina mînaka hisabkirina jimaryariyê yê ev qas pêşdeçûyî gelek balkêş e. Nebat bi arîkariya tîrêjên rojê karbondioksitê werdigerine nîşasta û karbonhîdratên ku vejena wan bilind in. Her şev hisab dike ka qûta wê têrê dike ku derkeve sibê an na.
Prof. Alison Smith diyar kir ku nebat ji bo vê yekê kirariya ji hev veqetînê bikar tîne.
Bitkinin yaprağındaki kimyasal mekanizmaların geceleri besin deposunu ölçtüğüne işaret eden Smith, süreci şöyle açıkladı:
Smith pêvajoyê wiha diyar kir:
" Di nebatan de jî seeteke navîn ku wekî yê me dixebite heye. Pêvajoya hisabkirinê ji hêla du cure molekûlên ku yek ji bo qûtê ya din jî ji bo wextê ye tê kirin. Nebat, ji bo xwarina qûta xwe derxîne holê rêjeya molekûlên qûtê parî molekûlên wextê dike. Bi vî awayî hisab dike ka stokên qûta wê terî şevê dike an na. "
Berê jî hatibû dîtin ku çivik jî koça xwe de ji bo ku donê xwe biparêzin azîneyeke manend bikar tînin.