Bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê operasyona tiryakê hat kirin. Operasyon di rêvebiriya Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Recep Guven û bi alîkariya tîmên taybet û 800 polêsan ve ber destê sibehê di saet 6.00an de li navçeyên Sûr, Yenîşehîr, Kayapinar û Baglarê pêk hat. Operasyon li 101 mal û dikanan hat kirin û di operasyonan de 50î kes hatin binçavkirin.
Midûrê Ewlehiyê Recep Guven piştî operasyonê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku 800 personel beşdarî operasyonan bûn. Operasyon ji hewayê jî hat teqîbkirin û bi serkeftî bû.