WP: Pentagon ji bo ku li Îranê operasyoneke bejayî ya wê bi hefteyan bidome bike, amadehiyan dike
Ankara
Hat îdiakirin ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji bo ku li Îranê operasyoneke bejayî ya dibe ku bi hefteyan bidome bike, amadehiyan dike.
Li gorî nûçeya Washington Postê (WP) ya çavkaniyên ku der barê mijarê da xwedî agahî ne û navên wan nehatine eşkerekirin, bi hezaran eskerên Amerîkî û piyadeyên behrê sewqî Rojhilata Navîn tên kirin.
Tê gotin heke Serokê Amerîkayê Donald Trump pesend bike, eskerên ku hatine veguhestin wê li Îranê di çarçoveya operasyona bejayî ya dibe ku bi hefteyan bidome da werin bicihkirin.
Rayedar balê dikşînin li ser vê yekê ku, bi vê planê va li gorî çar hefteyên pêşîn ên êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê, qonaxeke wê zêdetir xeternak çêbibe. Ev plan dikare ji bo eskerên Amerîkî ji serdema berê xetereyên pir cidîtir derxe holê.
Di çarçoveya operasyonê da eskerên Amerîkayê dibe ku rastî êrîşên Îranê bên ku di nav wan da yên bi balafirên bêmirov (ÎHA), moşek, êrîşên bejayî û teqemeniyên desteçêkirî va werin kirin hene.
Rayedaran got operasyona bejayî wê nebe dagirkeriyeke tevahî, lê ewê ji operasyonên diyarkirî yên ku bi hevkariya hêzên Operasyonên Taybet û yekîneyên piyade yên konvansiyonel va têne kirin, pêk bê.
Rayedaran her wiha destnîşan kirin ku kontrolkirina Girava Harkê ku navendeke girîng a îxracata neftê ya Îranê ya li Kendava Basrayê ye û îmhakirina çekên ku dikarin keştiyên li deverên nêzîkî Tengava Hurmuzê hedef bigirin jî tên nirxandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
