15 Gulan 2016•Rojanekirin: 16 Gulan 2016
HAKKARÎ
Li bajêr 120 polêsan operasyon kir û di kontrolan da 10 kes hatin binçavkirin, demançeyek hat bidestxistin.
Li gor agahiya ku hat hildan, di kordîneya Midûriya Şaxa Asayîşê ya Midûriya Emniyeta Bajêr da bi navê asayîşa "hizûrê" 120 polês hatin wezîfedarkirin.
Li navenda sûkê û li ser kolanên mezin nasnameya 400 kesan hat kontrolkirin. Di berdewamiya operasyonê da ekîban di 150 wesaîtan da lêgerîn kir, di kontrolan da 10 kes hatin binçavkirin, demançeyeke bêruxset hat bidestxistin.
Ekîban kargeh jî kontrol kirin û 2 kargeh tesbît kirin ku dereqanûnî qumarê didin lîstin. Der heqê her du kargehan da lêpirsîn dan destpêkirin.