Nihat Kavşut
13 Mijdar 2015•Rojanekirin: 14 Mijdar 2015
MÛSIL
Hat ragihandin ku pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê Şingala navçeya Mûsilê bi temamî rizgar kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên pêşmergeyan wergirt, Şingal ket destê pêşmergeyan.
Hat destnîşankirin ku hêzên pêşmergeyan alaya Herêma Kurdistana Iraqê li avahiyên kamuyê daliqandin.
Tê gotin ku di operasyonê da DAEŞê nekarî zêde li ber xwe bide.
Şingala ku êzdî lê dijîn di 3yê tebaxa 2014an da ketibû destê DAEŞa rêxistina terorê.