2015 ж. 13 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 13 қараша
QAHIRE
Hat ragihandin ku hejmara miriyên herdu teqînan li paytext Beyrûtê derket 43yan û 239 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ji Xaçasor ya Libnanê hat hildan di du teqînên ku li Dahiyeya wek keleha "Hîzbullahê" tê zanîn de hejmara kesên ku mirin derket 43yan. Di herdu êrîşan de bi tevahî 239 kes jî birîndar bûn.
- Êrîş hat şermezarkirin
Ev êrîşa ku DAEŞa rêxistina terorê hilda ser xwe him li çar aliyê welêt û him jî ji hêla welatên wekî Misir û Urdunê ve jî hat şermezarkirin.