2015 ж. 22 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 22 қыркүйек
VAN
Walîtiya Wanê diyar kir ku teqemeniya ku PKKya rêxistina terorê di rêyên 2 ciyên cuda da bicî kiribûn dema ku wesayîtên leşkeriyê derbas dibûn teqandin, di encama teqînê da rewşa yekê wan giran bi tewahî 24 leşker birîndar bûn.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku li rêbeja Wan-Hekariyê dema ku wesayîtên leşkeriyê derbas dibûn terorîstan li 2 ciyên cuda bombeya ku di bin rê da bicî kiribûn teqandin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku êrîşa ewil di saet 22.20î da li texma Çamlixê ya li ser rêbeja Wan-Hekariyê hat kirin û wiha hat gotin:
Du bi şev di saet 22.20î da dema ku konvoya leşkerî derbas dibû bombeyek hat teqandin. Di encama teqînê da wesayîteke leşkerî ya bi tîpa "kîrpî"yê welgeriya rewşa tekê wan giran bi tevahî 13 wezîfedarên ewlekariyê birîndar ketin. Îro di saet 01.47an da jî dema ku konvoy derbas dibû bombeyek at teqandin. Di vê teqînê da jî "kîrpî"ek serserkî kete çela ku ji ber teqînê çêbû û li gor agahiyên ewil 11 wezîfedarên ewlekariyê birîndar bûn."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Başqeleyê bi wesayîtên bizirx va midaxele kirin û li herêmê tevdîrên ewlehiyê girtin.
Di daxuynaiyê da hat eşkerekirin ku ekîbên Serwêsa Ecil a 112ê û yên rêbejê şandin herêmê, tehqîqat û operasyona li ser êrîşê dewam dike.