BEYRÛD
Li gor agahiyên ji şahidên bûyerê hat standin, teqîn li herêma Dahiyeyê li nêzî Balyozxaneya Îranê ya li başûra Beyrûdê pêk hat û bi teqîna wesayita bombebarkirî herî kêm 32 kes mirin 146 kes jî birindar bûn.
Piştî teqînê ambulans sewqî herêmê kirin.
Ji meqamên Lûbnanê der barê teqînê de hêj daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.
Hat ragihandin ku Wezîrê Tenduristiyê Elî Hesen Xelîl li cihî bûyerê lêkolînan dike.