BEYRÛD
Li başûrê Beyrûda paytextê Libnanê ya ku Hizbullah lê desthilatdar e, li herêma wê ya Dahiyeyê du ciyan teqînên mezin çêbûn.
Teqîn li nêzî Balyozxaneya Quweyt û Navenda Çanda Îranê ya herêma Bîr Hesenê çêbû. Li gor agahiyan 3 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Piştî teqînê gelek wesaîtên der û dorê şewitîn û zirar gihîşt avahiyan jî.
Tê îdiakirin ku teqîn êrîşên xwekuştinê ne, lê hê wek fermî tu daxuyanî nehatiye dayîn.