Artêşa Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser herêma Dahiyeyê ya li başûrê Beyrûta paytextê Libnanê
Beyrut
Artêşa Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser herêma Dahiyeyê ya li başûrê Beyrûta paytextê Libnanê.
Li gorî agahiyê ku nûçegihanê AAyê yê herêmê da, balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî herêma Dahiyeyê kirin.
Piştî êrîşê li Beyrûtê û dora wê dengên teqînan yên tund hatin bihîstin.
Ji herêma ku êrîş lê hat kirin dû bilind bû.
Artêşa Îsraîlê di demeke nêz da hişyariya xwe ya "valakirin û êrîşê" ya ji bo Dahiyeyê dubare kir.
Ji hêla din va, dronên artêşa Îsraîlê ji serê sibê û vir va li ser Beyrûtê ji nêz va difirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
