QÛDUS
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê ji hewayê êrîşê 4 herêmên Xezayê kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşê ve hat dayîn de hat îdiakirin ku duh bi şev ji Xezayê 3 roket avêtine herêma Şîar en-Naqaba başûrê Îsraîlê û gotin ku "Artêşê li ser vê yekê yek başûrê Xezayê yek navîna wê bi tevahî 4 êrîşên hewayê bir ser Xezayê."
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku ji roja înê heta niha Xezayê 8 roket avêtine li ser Îsraîlê û hat gotin ku "Piştî ku li Şerîaya Rojava 3 welatiyên Îsraîlê hatin revandin, ji Xezayê 22 roket avêtin Îsraîlê. Ji roketan 11 heb li başûrê Îsraîlê ketin û Pergala Parastina Qubeyê ya Hesin nehişt ku 3 heb bikevin. Roketên din jî ketin nav xaka Filistînê."
Birêvebiriya Îsraîlê îdia kiribû ku 3 niştecihên cihû yên ku li Gûsh Etzîona li Şerîaya Rojava winda bibûn, hatin revandin û wek berpirsyarê vê yekê jî birêvebiriya Filistinê sûcdar kiribû. Parlementoya Îsraîlê ji bo dîtina van kesan operasyonkirin jî di nav de rayeyên berfireh dabû artêşê.