2015 ж. 24 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 25 қазан
XEZA
Qalikê xaza rondikrêj li piyê fotonûçegihanê AAyê Mistefa Hassuneyê ku li sînorê Xezayê bûyerên di navbera leşkerên Îsraîlê û filistîniyan de dişopand, ket û ew birîndar kir.
Qalikê xaza rondikrêj ê ku leşkerên Îsraîlê avêt li piyê fotonûçegihanê AAyê Mistefa Hassuneyê ku li sînorê Xezayê bûyerên di navbera leşkerên Îsraîlê û filistîniyan de dişopand, ket. 3 qalikên din ên xaza rondikrêj avêtin cihê ku Hassune lê ye û Hassune ji ber xazê ji hiş çû.
Hassune xetereya xeniqînê derbas kir û ekîbên tenduristiyê yên filistinî ew ji herêmê derxistin û ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê.
Hat diyarkirin ku li heman herêmê 5 fotonûçegihanên mensûbên saziyên çapemeniyê jî ji xazê aciz bûn û xetereya xeniqînê derbas kirin.
Kameraman Metîn Yuksel Kayayê ku li Taxa Şûcaiyyeya nêzî sînor bûyer dişopandin jî di 9ê cotmehê de di dema midaxaleya leşkerên Îsraîlê de ji destê xwe yê çepê birîndar bibû.
Filistînî ji ber raserên niştecihên cihû yên ser Mescîda Eqsayê û îxlalên cihûyan bertek nîşan didin û di navbera filistînî û leşkerên Îsraîlê de ev demek e ku rageşî û pevçûn hene.
Jimara kesên ku di êrîşên sivîl û leşkerên îsraîlî yên ji serê cotmehê pê ve yên ser filistîniyan de mirin ji 50 kesî derbas bû, di bûyeran de 10 îsraîlî jî mirin.