Li paytext Enqereyê 3 diz ketin malekê û 2 demançeyên birûhsat dizîn, polês çawa hay ji diziyê bûn hatin cihê bûyerê. Dizan berê demançeyên bi rûhsat ên ku ji malê dizîbûn dan ser polêsan û gule ber dan û 3 polês giran birîndar kirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan diz ketin Bloka C 14ê ya ku di Kuçeya 675emîn a li Taxa Ornekê ya li ser Altindag a navçeya Enqereyê ye. Dema ku diz di hundir de bûn xwediyê malê jî hişyar bû û bi dizan re ket qirika hev.
Dizên du demançeyên birûhsat ên xwediyê malê dizîn, gule berî ser polêsên ku li ser gilîkirinê hatin cihê bûyerê dan. Di bûyerê 3 polês giran birîndar bûn.
Polêsên birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Hat ragihandin ku gule li mil û zikê polêsan ketin û tedawîkirina wan didome lê rewşa wan giran e.
Ji dizan yekî birîndar ê ku hêj zarok e hat qefaltin û ji bo qefaltina 2 bersûcên din jî xebatên lêgerînê didomin.
Hat destnîşankirin ku diz ji şaneşînê re ketine malê, 2 têlefonên desta, 90 lîre pere û 2 demançeyên birûhsat dizîn.