24 Îlon 2017•Rojanekirin: 24 Îlon 2017
ADIYAMAN
Li Adiyamanê di nav du koman de şer derket, kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan du kom li ber avahiyê Daristanê ya ku li ser kolana Golbaşiyê ye ji ber sedemeke hê nediyar e pev çûn.
Piştî demekê yên ku pevçûn çek derxistin û gule barandin. Turgay K, Mahmut M. û kesekî navê wî hê nehatiye diyarkirin birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Adiyamanê.
Mahmut M. yê ku ji singê xwe birîndar bû, li nexweşxaneyê mir.